image

PeyamaKurd – Li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 158 koçber di barhilgirekê de hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebiriya Giştî ya Ewlakariya Wanê ve hatiye belav kirin, do tîmên wan li navenda parêzgehê, guman li barhilgirekî kirine û dema barhilgir rawestandine û dest bi pişkinînê kirine, tê de 158 koçber dîtine.

Heman Rêveberiyê diyar kiriye, tevahiya koçberên di barhilgirê de tevî şofêrê barhilgirê hatine desteserkirin. Koçberên desteserkirî paşê ji bo Navenda Paşdeşandinê ya Koç û Koçberan a Wanê hatine veguhestin.

Şofêrê barhilgirê jî bi tohmeta qaçaxçîtiya bi mirovan, ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û pişt re bi 298 milyar û 778 lîreyên Tirkî hatiye cezakirin û dadgehê derbarê wî de biryara girtinê daye.

Piştî kontrolkirina Afganistanê ji aliyê Talibanê ve, koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê, di ser Îran re derbasî Tirkiyê dibin, zêdetir bûne.