image

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Tûşbayê li pey hev, du (2) erdhej çêbûn ku pileya wan 3.8 û 4.1 bûn. Piştî erdhejê xelk derket derve û demekî li derve man. Di navbera her dû erdhejan de 6 deqe wext hebû.

Li gor ragihandina AFAD ê; si’et di 17.59 an de navenda erdhejê Tûşba û dereca wê 3.8 bû. Di bin erdê de, di 7 km yan de çêbû. Di 18.06 an de cara duyê bi dereca 4.1 ê car din li Tûşbayê erdhej çêbû. Kurahiya wê 7.02 km bû. Li ser erdhejê parêzgerê Wanê Mehmet Emin Bilmez weha got:

“Li navça Tûşbayê li taxa Mele Qasimê 2 erdhej çêbûne. Di encamê de bûyerekî nexweş çênebûye. Li deverê tîmên me digerin û dixebitin. Bila hemwelatî netirsin û li gor ragihandinên parêzgehê û AFAD ê tevbigerin. Niha tiştekî mirov jê bitirse tineye.”