image

PeyamaKurd – Heyeta siyasî û leşkerî ya Hollandayê bi serokerkanê Herêma Kurdistanê de civiya û heyet ragihand ku wê alîkariya Hollandayê ya ji bo Pêşmerge dewam bike. Wezareta Pêşmerge mijarê ragihand ku serokerkanê Herêma Kurdistanê korgeneral Îsa Uzeyr bi heyeta Hollanda re civiyaye.

Di civînê de her dû aliyan de li ser pêvajoya reforma wezareta Pêşmerge û rola şêwirmendên Hollandayî axifîn. Uzeyr ji ber rêvebirineka baştir ya pêvajoya reformên di wezareta Pêşmerge de sipasiya şêwirmendên Hollandayî kir.

Serokerkanê Pêşmerge her weha ragihand ku wê şêwirmendên koalisyona navdewletî ji bo avakirina yekîneyên leşkerî, roleka baş bileyîze.

Di hevdîtinê de behsa seredana heyeta Pêşmerge ya ji bo Îngîltere û Amerîkayê hat kirin û behsa girîngiya hatina cem hev ya bi fermandarên her dû welatan re kirin.

Di hevdîtinê de her weha behsa rola Îngîltere, Amerîka û Hollanda ya di alîkariya Pêşmerge de hat kirin.