image

PeyamaKurd – Îro 17ê Hezîranê kesekî bi çekê êrîşî avahiya HDPê ya bajarê Îzmîr ê Tirkiyê kir û tevî agir pêxistina avahiyê jineke xebatkara HDPê ya di hundirê avahiyê de ya bi navê Denîz Poyraz ku karê paqijiyê dikir jî bi çekê kuşt.

Parêzgariya Îzmîrê ragihandiye ku êrîşkar hatiye desteserkirin û navê wî jî Onur Gencer e û karmendekî tenduristiyê yê dev ji kar berdaye ye,

Lê belê piştî êrîşê derket holê ku kesê êrîşkar li ser medyayên civakî gelek wêneyên bi çek yên ji bajarên Minbic û Helebê yên Sûriyê belav kiriye û bî îşaretên nijadperestiya tirk jî wêne girtine û belav kirine.

Di parvekirinên medya civakî yên li ser wêneyên êrîşkar de tê gotin, madem karmendê tenduristiyê bû çi karê çekên luledirêj pê re heye ku bixwe di parvekirinê xwe yên berê de dibêje, dema vegera ji erka şerê Sûriyê.

Ji HDPê daxuyanîya êrîşa Îzmîrê: Partiya me hedef hat nîşandan!