image

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, di derbarê civîna bi Şanda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de diyar kir, her du aliyan “Rewşa Sûriyê û bakurê rojhilatê welat” gotûbêj kirin û tekezî li ser aktîvkirina çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254 kirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: "Aliyê Rûsî amadebûna xwe ji bo berdewamkirina hewlên xwe yên alîkarîkirina Sûriyan tekez kir ku bi awayên curbicur bigîhin rêkeftinan, ji bo di zûtirîn dem de serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê bi temamî vegere û mafên rewa yên hemû pêkhateyên netewî û olî garantî bike.”

Herwiha şanda MSDê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve Mîxaîl Bogdanov re jî civiya.