image

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji bo rûbirûbûna Koronayê û rêkarên xweparêziyê biryareke nû derxist û diyar kir, çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de, tê asayîkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe, bi girtina rênimayên Wezareta Tendirustiyê, asankarî di çûnûhatin di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de tê asayîkirin.

Berpirsê Xalên Pişkinînê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Selam Xoşnaw daye zanîn, piştî çil rojan xalên pişkinînê bi rênimayên tendirustî vedibin û daxwaz jî ji welatiyan kir ku pabendî rênimayan bin û maskeyan bi kar bînin.

Herêma Kurdistanê, piştî ku di hefteyên dawî de rêjeya pêketin û mirina bi Koronayê li Iraqê zêde bûn, biryara qedexekirina çûnûhatina bi parêzgehên din ên Iraqê re da.