
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge û artêşa Almanyayê îro Duşemê rêkeftineke hevbeş di warê ragihandin û tenduristiyê de îmze kirin.
Li gor zanyariyan, Serfermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Serleşker Îsa Uzeyr û Fermandeyê Hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Derk Bollinger, rêkeftinek hevbeş li ser dabînkirina hinek pêdiviyên medyayî û tenduristiyê ji bo Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê îmze kirin.
Artêşa Almanyayê wê alavên taybet û keresteyên medyayî pêşkêşî Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariyê bike, herwiha wê kelûpelên lezgîn ên pizîşkî jî pêşkêşî Rêveberiya Karûbarên Pizîşkî ya Wezareta Pêşmerge bike.
Artêşa Almanyayê ku yek ji hevpeymanên sereke yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, di warên cuda de alîkariya Wezareta Pêşmerge pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kiriye û heta niha jî berdewam e.