image

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxwuyaniyekî belav kir û got ku di 24 ê çile de, cîdigirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn bi tevlîbûna serokerkan Cemal Mihemmed, pêşwaziya heyeta şêwirmendan ya Almanya kir.

Ji ber şêwirmendê bilind yê dewleta Almanya wezîfa wî li Herêma Kurdistanê qediya, şêwrimendê nû yê Almanya bi wezareta Pêşmerge re da nasandin. Serbest Lezgîn behsa hevkariya bi hukumeta Almanya re kir û rola wan bilind nirxand.

Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Almanyayê kêfxweşiya xwe ya ji bo xebata bi hêzên Pêşmerge re aniye ziman.