image

PeyamaKurd - Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê biryareke nû derxist.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku wê testên koronayê li nexweşxaneyên hikûmetê bê beramber be û eşkere kir ku bihayê testan li deriyên sînorî û cihên taybet jî hatiye kêmkirin.

Li gorî biryara nû ya Wezareta Tenduristiyê, bihayên testa vîrûsa koronayê wiha ye:

- Test ji nexweş û pêketiyan re li nexweşxane û navendên hikûmî bêberamber e.

- Li norîngehên giştî (hikûmî) ji piştî dewamê, bihayê testê ji 40 hezar Dînar dadikeve 25 hezar Dînaran.

- Li deriyên sînorî û firokxaneyan, bihayê testê ji 40 hezar Dînar dadikeve 25 hezar Dînaran.

- Li taqîgeh û nexweşxaneyên nehikûmî, bihayê testê ji 50 hezar Dînar dadikeve 35 hezar Dînaran.