image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 515 kesên din bi koronayê ketine û 7 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku 382 nexweşên koronayê jî li seranserê Herêma Kurdistanê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên giştî gihîşt 179 hezar û 894 kesan, ya mirinan bû 4 hezar û 412 kes û heta niha 168 hezar û 572 nexweş jî baş bûne.

Hejmara nexweşên korona yên niha têne tedawîkirin jî 6 hezar û 910 kes in.