image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de 11 kesên din ji ber nexweşiya koronayê mirine û Hezar û 178 kesên din jî pê ketine.

Herwiha hat eşkere kirin ku 1430 pêketîyên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re, hejmara pêketinan bi giştî gihîşt 314302 kesan, ya mirinan bû 5641 kes û heta niha 279348 kes jî li Herêma Kurdistanê ji koronayê baş bûne.