image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 664 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.

Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de 664 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 141 kes li Hewlêrê, 207 kes li Silêmaniyê, 223 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê û 73 li Germiyanê ne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 9 kesan jî can daye û 1117 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 158146 kesan, ya mirinan bû 4127 kes û heta niha 139138 nexweş jî baş bûne.