image


PeyamaKurd - Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz a bi xwe Kurd e, îro 18ê Gulanê ji bo serdaneke fermî li ser navê hikûmeta Holandayê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Firset Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Tê çaverêkirin Dîlan Yeşîlgoz, di serdana xwe ya du rojî ya Herêma Kurdistanê de, bi rayedarên pilebilind ên hikûmeta Kurdistanê re bicive.

Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz, di roja xwe ya yekem a serdana Kurdistanê de, serdana Keleha Hewlêr kir û li wir daxuyanî dan rojnamevanan.

Yeşîlgoz got: “Serdana min ji bo rûbirûbûna terorê, herwiha çawa bikarin berpirsiyariya wan tawan û tundûtujiyên salên borî bixin stûyê kirdarên wan tawanan, weke nimûne jî endamên DAIŞê, herwiha alîkarîkirina qurbaniyên terorê, armanca sereke ya serdana min a du rojî ye.”

Wezîra Dadê ya Holandayê li ser hevahengî û karên hevbeş ên navbera Herêma Kurdistanê û Holandayê da xuyakirin: “Em hewl didin, xweveşartina ji sizayan rûnede, bi taybetî jî ji bo terorîstan, herwiha em çawa bikarin alîkariya qurbaniyên DAIŞê bikin, em dixwazin bi hevahengî û bi hev re bixebitin, em bikarin belgeyên zêdetir bibînin, da ku ew tawan werin îsbatkirin.”

Yeşîlgoz destnîşan kir, hikûmeta Holandayê soza wê yekê daye ji bo qurbaniyên terora DAIŞê alîkariya zêdetir bide.

Wezîra Dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz ji Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1977an de li bajarê Enqere ji dayîk bûye ku bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye. Yeşîlgoz di sala 1984an de ligel malbata xwe koçî welatê Holandayê kiriye.