image

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin nameyekî ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û di nameya xwe de behsa têkoşîna hêzên Pêşmerge ya li dijî DEAŞ ê kir û pesnê hêzên Pêşmerge da.

Austin, di nama xwe de ragihand ku pêwiste têkiliyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê dewam bikin û behsa girîngiya koordinasyona li hemberê DEAŞ ê kir. Austin weha got:

“Em bi sedema rola Pêşmerge ya di têkbirina DEAŞ ê de sipasiya Pêşmerge dikin. Fedakariya hêzên Pêşmerge ya di têkoşîna li dijî DEAŞ ê de em berz dinirxînin. Amerîka di têkoşîna li dijî rêxistina terorî DEAŞ ê de xebata xwe bi hêzên Pêşmergwe û artêşa Iraqê re dewam dike.

Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê li ser hîmê rêzgirtin û qiymetêye. Em pir razîne ku her dû teref bi hevkarî dixebitin. Bi sedema hun bi hevkariya navbera me ve girêdayine sipasiya we dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 20 meha borî de li Bahreynê bi wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Austin re civiyabû.