image

PeyamaKurd Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî li ser teqîna boriya nefta Herêma Kurdistanê ya li aliyê Bakurê Kurdistanê axivî û diyar kir: “Teqîna boriya petrola Kurdistanê li Tirkiyê, bi sedema kontakta elektrîkê bûye û karekî terorîstî nebûye.”

Kemal Etrûşî eşkere kiriye, bûyer şeva din çêbûye û qebareya wê boriya teqiye, 40 înç e.

Li ser hinardeya petrola Kurdistanê jî Kemal Etrûşî destnîşan kiriye: “Teqîna boriyê bandorek mezin nabe li ser hinardeya petrola Kurdistanê, hinardeya petrolê tenê wê bi awayekî demkî bê rawestandin û em ê di zûtirîn dem de dest bi hinardekirinê bikin.”

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê daye zanîn: “Boriyeke din a 46 înçî ya Tirkiyê li kêleka boriya Kurdistanê heye û heya dema çêkirina boriya petrola Kurdistanê, em ê wê boriya Tirkiyê bikar bînin.”

Li gor zanyariyan, heta êvara Sêşemê 18ê Çileya 2022an, rojane 415 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û herwiha rojane 75 hezar bermîl petrola Kerkûkê jî di rêya boriya petrola Kurdistan-Tirkiyê ve dihat hinardekirin, bi wê yekê jî berî teqînê rojane bi giştî 490 hezar bermîl petrol di rêya wê boriyê re dihat hinardekirin.