image

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Oerasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî diyar dike, nêzîkî 500 çekdarên DAIŞê li Iraqê mane.

Li gor Xefacî bi daxuyaniyekê da zanîn, DAIŞ şiyanên xwe yên serbazî û biçekkirina çekdarên nû ji dest dane û li gorî zanyariyên hewalgirî, nêzîkî 500 çekdar li Iraqê mane.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş eşkere kir, piraniya çekdarên DAIŞê li herêma geliyê Şay û geliyê Zeytûn yên Kerkûkê û çiyayê Hemrînê ne.

Xefacî destnîşan kir, operasyonên serbazî û êrîşên asmanî yên taybet jinavbirina şanên DAIŞê, serkeftinên ewlekarî yên mezin bidest xistine û gelek serkirdeyên diyar ên DAIŞê kuştine.

Herwiha pêştir jî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihandibû, hejmara çekdarên DAIŞê li Iraqê ji 700 çekdarî derbas nabe.

Amarên Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê diyar dikin, ji destpêka îsal ve zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê li Iraqê hatine kuştin.