image

PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl diyar kir, drona ku Balafirxaneya Erbetê kiriye armanc, ji Tirkiyê hatiye.

Yehya Resûl da zanîn, do di saet 5ê êvarê de dronekê ji sînorê Tirkiyê derbasî esmanê Iraqê bû û Balafirxaneya Erbetê ya parêzgeha Silêmaniyê kir armanc ku di encamê de 3 endamên dijeterorê canê xwe jidest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha destnîşan kir: “Ev êrîş binpêkirina serwerî, ewlehî û yekperçeyiya axa Iraqê ye û gef e li ser aştî û ewlehiya navçe û cîhanê, ligel wê jî binpêkirina xalên yasa û pirensîpên navdewletî û rêkeftina Netewên Yekgirtî ye.”

Yehya Resûl da zanîn: “Ev êrîşên dubare li dijî prensîpa têkiliyên baş û cîrantiya di navbera welatan de ye, lewra mafê Iraqê heye ku sînorekê ji van binpêkirinan re deyne.”