image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku yek ji penaberên kurd yên di kanala Manş ya di navbera Fransa û Brîtanya de xeniqîbûn, kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ye.

25ê Mijdarê belemeke penaberên ku ji Fransa diçûn Brîtanya, di kanala Manş ya di navbera Fransa û Brîtanya de noqî avê bûbû û ji 33 kesên tê de bûn du kes rizgar bibûn; ew jî kurdek û welatiyekî Somalê bûn.

Hatibû ragihandin ku piraniya koçberên ku xeniqîbûn, kurd bûn.

Heta niha nasnameya wan kurdên ku di wê rûdanê de can dane, bi temamî nehatiye zanîn lê li gorî agahiyan, yek ji wan koçberên kurd yên ku xeniqîbû, kurdekî Rojhilatî bi navê Sîrwan Elîpûr e.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê Sîrwan Elîpûr xelkê bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê û 23 salî bû û havîna îsal berê xwe dabû xerîbiyê û dixwast derbasî Brîtanya bibe.