image

PeyamaKurd – Birêveberê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ji rojnamevanan re da zanîn, PKK dest bi siyaseta neşîrînkirina Herêma Kurdistanê kiriye û rola wê ya aktîv di Silêmaniyê û guhertina daxwazên xwepêşandêran de hebû, çend kesên ser bi PKKê ve hatin girtin û di rojên bê de zanyariyan belav dikin.

Dîndar Zêbarî ji rojnamevanan re eşkere kir: “Rola PKKê ya gelekî xerap di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê û bi taybet ên Silêmaniyê de hebû. PKKê bi rêya alîgirên xwe hewl da daxwazên rewa yên xelkê bi aliyekî din ve bibe. Di rastiyê de, PKK bûye barekî giran li ser aramiya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha diyar kir: “Rola PKKê di koçberbûna xelkê Herêma Kurdistanê ya Belarûsê de hebû. Hin kes di nava koçberan de hebûn, hewl didan wêneya Herêma Kurdistanê li cem civaka navdewletî neşîrîn bike, ji ber wê divê destpêkê PKKê were tometbarkirin û jê re were gotin ku divê dawiyê li vê siyasetê bîne.”

Dîndar Zêbarî diyar kir jî: “PKKê pirsa koçberan wek kartekê bi kar anî, ji bo navûdengê Herêma Kurdistanê têk bide. Alîgirên PKKê hewl dan li medya û sosyal medayayê, Kurdistanê neşîrîn nîşan bide.”