image

PeyamaKurd – Astronotê Amerîkî yê bi navê Buzz Aldrin ku kesê duyem ê çûye ser heyvê ye li cîhanê, di 93 saliya xwe de cara sêyem zewicî.

Li gorî medya Amerîkî astronotê NASAyê Buzz Aldrin, bi hevala xwe ya Doktor Anca Faur a 30 salan jê biçûktire re zewicî.

Astrdonotê berê yê NASAyê Buzz Aldrin, wêneyên zewaca xwe jî li ser Twitterê belav kir û got ku ew di rojbûna xwe de evîndar bûye û li Los Angelesê jî bi merasîmekê bi Dr. Anca Faur re zewicî ye.