image

PeyamaKurd – Astronotên li Westgeha Navdewletî ya Fezayê (ISS) piştî bidawîkirina karê xwe yê 6 mehan vegeriyan ser rûyê dinyayê.

4 astronotên NASAyê yên bi navên; Mike Hopkins, Victor Glover, Shannon Walker û artronota Japon Soichi Noguchi bi kapsula SpaceX û di nav 6 saet û nîvan de gihîştin eylaeta Florîda ya Amerîkayê.

Hat ragihandin ku cara yekem e piştî 53 salan wesayîteke fezayî di saetên şevê de dadikeve ser erda dinyayê.

Atronot meha Mijdara 2020an bi roketa kompaniya SpaceX a fezayê ya Elon Musk, bo westgeha fezayê hatibûn şandin û piştî bidawîbûna xebata wan a 6 mehan bi selametî vegeriyan ser rûyê dinyayê.