image

PeyamaKurd – Beriya cejna sersalê li Ewropa û Amerîkayê bi hezaran Noel Baba daketin qadan û meşiyan.

Bi beşdariya bi hezaran Noel Babayan li kolanên Lîverpool yên Brîtanyayê dîmenên balkêş derketin holê.

Li Amerîkayê jî dîsa bi sedan Noel Baba ji bo xêrwaziyê çûn serê çiyê li bajarê Main ji li nava berfê xwe berdan jêr.

Noel Baba yên ku cilên sor û şîn li xwe kiribûn li bajarê Lîverpool li kolanan meşiyan û armanca wan a sereke kefxweşkirina xelkê herêmê û komkirina alîkariyan bo wan bû.

Hêjayî gotinê ye, ji ber vîrusa Covid-19 sala borî merasîmên hatibû betalkirin.