image

PeyamaKurd – Li bajarê Chan Chan ê welatê Perû ku dike Başûrê Parzemîna Amerîkayê, 25-30 îskeletên mirovan ên ji beriya serdema Kolombê hatin dîtin.

Gora komî ya dîroka wê digihe 500 sal berê, di nav cihekî 32 metreçarçik de hatiye dîtin.

Profesorê Zanîngeha Tulanê ku serepereştiya vekolana wê gora komî kiriye John Verano, ji Reutersê re daye xuyakirin, tevî ku li ew herêma gora komî hatiye dîtin di heyamên berê de bi qurbanîkirina mirovan tê zanîn jî ti delîlek derbarê wê de nehatiye dîtin.

John Verano, daye zanîn ku ew berî niha rastî tiştekî wiha nehatine û ev keşfa wan bûye surprîz ku ti çavkaniyeke dîrokê ya derbarê qurbanîkirina zarokan û devehan de di destê wan de li wê herêmê nîne.