image

PeyamaKurd – Kovara navdar TIME ragihand ku veberhêner û karsazê herî dewlemendê cîhanê Elon Musk wekî kesayetê sala 2021ê hatiye hilbijartin.

Kovara TIME di danasîna ser berga xwe ya kesayetê salê de ji bo Elon Musk got, “Xaniyekê kesê herî dewlemendê cîhanê nîne û serweta xwe di demên dawî de difiroşe. Peykan dişîne fezayê. Bi yek îşareteke wî borse bilind dibin. Ew ew kes e ku hewl dide gerstêrka me rizgar bike û yeke nû ji me re bibîne.”

Herwiha tê diyarkirin ku Musk bi kompaneya SpaceX rêwîtiya Amerîka ya fezayê derxistiye asteke nû û bi kompaniya otomobîlên elektrîkî Tesla jî ji sisiyan yekê bazara cîhanê kontrol dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Kovara TIME sala 2020an jî Serokê Amerîka Joe Bidenê ku di hilbijartinên 3yê Mijdara 2020an de ji Partiya Demokrat bi ser ketibû û cîgira wî Kamala Harris wek kesayetên salê hilbijartibûn.