image

PeyamaKurd - Kovara NewScientist a Brîtanî ku kovareke zanyarî ya cihê baweriyê ye di lêkolîneke xwe de eşkere kir, berî niha 10 hezar salan xelkê li Zagrosê yekem gelên li cîhanê bizin xwedî kirine û ew kedî kirine bûn.

Rêzeçiyayên Zagrosê dikeve ser Rojhilatê Kurdistanê û heta başûrê Îranê û nêzîkî kendavê dirêj dibe. Kovara NewScientist di hejmara 7ê Hezîranê de cih daye lêkolînekê ku pişta xwe dide komkirina zanyariyên şûnwarnasî û genetîk.

Li gorî wê lêkolînê 10 hezar sal berî niha, cara yekem xelkê li Çiyayê Zagrosê, Çiyayê Gencîre li rojhilatê Hersîn li parêzgeha Kirmaşan û Girê Bulhesen ê bakurê bajarokê Dilvan ê parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê bizin bixwedî kirine.

Zanayan di dema hûrbûna li ser ax û toza wan navçeyên çiyayî di labaratuarekê de, mîza bizinan naskirine ku tevlî axê bûye. Lêkoleran di nav DNAya bizinan de, 14 genomên navokî û 32 genomên mîtokondrial bidest xistine, ku ji dayîkên wan giyaneweran mane.

Pispor û Mamostayê Zanîngeha Trinity College Dublin a Îrlandayê Kevin Daly dibêje: “Ew zanyariyên şûnwarnasî û genetîk ku li ber destê me ne, didin xuyakirin ku 10 sal berî niha bo cara yekem keriyek bizin hatine xwedîkirin.”

Li gor lêkolîn û şopandinên kovarê, belgenameyên şûnwarî yên dihatin zanîrn, xwedîkirina bizinan 8 hezar sal berî niha bû, lê bi vê lêlokînê derketiye holê digihe heta 10 hezar salan ku ew jî li zincîreyên Çiyayê Zagrosê bûye..

Kevin Daly û hevpîşeyên wî madeya kevirbûna bizinan ji zincîre çiyayên Zagrosê birine laboratuaran û derxistine holê ku dîroka vê kevirbûnê vedigere 8200-7600 sal berî zayînê. NewScientist behsa dîroka segvaniyê jî li navçeyê dike û dibêje, 14 hezar sal berî niha wate berî bizinan seg-kuçik hebûn, piştre seg bo serpereştîkirina bizinan hatine bikaranîn.