image

PeyamaKurd - National Georgraphic, ava li derûdora Antarktîkayê weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas kir û navê Okyanûsa Başûr lê kirin.

National Geographicê bi daxuyaniyekê ragihand ku ava li dora Antarktîkayê bi rengekî fermî weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike û navê wê jî Okyanûsa Başûr e.

Di dîroka cîhanê de heta niha li gorî nexşeya cîhanê tenê çar okyanûs hebûn ku Okyanûsa Atlantîk, Pasîfîk, Hînd û Arktîk bûn.

Bi vê guhertinê re nexşeya cîhanê ji nû ve hat xêzkirin.

Erdnîgêra National Geogprahic Society Alex Tait li ser mijarê wiha gotiye: “Okyanûsa Başûr demeke dirêj e ji aliyê zanyaran ve tê naskirin, lê belê li qada navneteweyî ji ber ku lihevkirin tine bû me nekarî bi rengekî fermî nas bikin.”

Tait diyar kir ku ev yek ji hin aliyan ve rewşeke neyînî ya cografî ye û da zanîn, “Me her tim destnîşan kir, lê ji okyanûsên din cudatir me destnîşan kir. Ev guhertin gava dawî diavêje û ji ber ku ji aliyê ekolojîk ve cihê ye em dixwazin nas bikin.”