image

PeyamaKurd – Pîrejina herî bi temen a li Cîhanê ku şahîdiya sedsala 19an jî kiriye, Francisca Susano di temenê xwe yê 124 salî de li Fîlîpînê jiyana xwe ji dest da.

Rojnameya Daily Mail ragihandiye, Susano ya ku ji aliyê merivên xwe ve wek Lola tê nasîn, li mala xwe ya li bajarê Kabnkalan a Fîlîpînê koça dawî kiriye.

Francisca Susano şahidêa dawî ya sedsala 19emîn bû û di pirtûka Guinness a rekoran de jî di pêvajoya lêkolînê de bû.

Li ser sedema mirina Susano ti agahî nehatine belavkirin.