image

PeyamaKurd – Xelatên Nobelê yên Tipê yên 2021ê, îro 4ê Cotmehê hatin eşkere kirin.

Serokê Komîteya Nobelê Thomas Perlmann li Stocholmê xelatgirên Nobela Tipê yên sala 2021ê eşkere kir.

Di merasîma xelatê de hat ragihandin ku du zanyarên Amerîkî David Julius û Ardem Patapoutian ê Ermen ji ber keşfa xwe ya reseptorên germê û destpêdanê hêjayî xelata Nobelê hatine dîtin.

Xelatên Nobelê ji sala 1901ê ve di warên cuda de her sal tê dayîn û ji bo pêşxistina xebatên wan mîqdarek pere jî bo xelatgiran tê dayîn.