image
Rojhat Amedi Niviskar
image
Yên rastiya Başûrê Kurdistanê baş nizanin nikarin bigihîjin vê qenaetê. Di dema îroyîn de, ji Kerkûkê bigre heta Hewlêrê ji wir jî heta Mûsilê şerîdeke Tirkmenî heye ku bi kêmanî 500 hezar Tirkmen li xwe digre. Heger Tirk li wîlayeta Mûsil û Başûrê Kurdistanê mabûna, bi kêmanî dibûn du yan jî sê milyon kes ku hejmara kurdan jî pir kêmtir dibû. Hajê piraniya kurdan ji vê rastiyê tune ye.

Rêberê Kurd Şêx Seîdê Kal ku weke Şêx Seîd Efendî jî di nav Kurdan de, tê naskirin û weke hêjayekî dîrokî tê dîtin, van rojan dîsa ketiye rojeva Tirkiyê û tirkên nijadperest.

Nijadperest û komarparêzên tirk weke demên berê dîsa heqaret û bêrêziyê dikin. Lê Kurd vê carê ji berê zêdetir bertek û nerazîbûnê ji vê helwesta wan re nîşan didin.

Şêx Seîd bûye kul û derdekî mezin ji wan re…

Şêx Seîd û hevalên wî weke tê zanîn, piştî tepeserkirina serhildana 1925an, li Amedê bi awayekî bêbextî û kîndarî hatibûn darvekirin. Lê belê ti carî ew ji bîr û dilê kurdan derneketin û ev jî bû weke kul û derdekî mezin ji komarparêzên Tirkiyê re.

Di dema damezrandina Komara Tirkiyê de, serhildana Şêx Seîd yekem serhildana Kurdan a dijî komara ku mafên Kurdan, ol û bawerîyên gelên din tune hesibandi bû. Loma ji destpêkê ve Şêx Seîd weke mirovekî kevneperest, paşdemayî, feodal û dijî laîktiyê hate nîşandan û ev nêrîn heta radeyekê di civakê de serdest bû û beşek ji siyaseta kurd jî ketibû bin bandora wê.

Beşek Kurd jî ji nêrîna serdest kêm neman!

Ev nêrîn di nav Kurdên sîyaseta çep dimeşînin de heta çend sal berê jî hebû û wan jî her çiqas ne bi şêweya êrîşkirinê be jî Şêx Seîd û hevalên wî bi kevneperestî û feodalbûnê tawanbar dikirin.

Parêzvanên Komara Tirkiyê ev serhildana yekem a piştî damezrandina komarê ku li ser bingeha mafên netewî yên Kurdan bi şêweyeke Îslamî rû dabû, ti carî ji bîr nekirin. Her cara ku qala Şêx Seîd Efendî û hevalên wî tê kirin, ew nêrîna xwe ya kevneşopî bi dijûn û heqaretan dewam kirin.

Herî dawî jî çend roj berê dema Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê projeya xebata li ser Bûlwara Şêx Seîd a dikeve ser rêya Xarpêt û Amedê ragihand, Şêx Seîd careke din bû rojev.

Hin partîyên nijadperest û çepgirên Tirk û çend kesayetên din ên naskirî, piştî ragihandina wê projeya bi navê Şêx Seîd careke din ketin tevgerê û dîsa zimanê xwe yê çepel ji bo reşkirina doz û kesayeta Şêx Seîd bikar anîn.

Kurdên bakur êdî qîmeta Şêx Seîd dizanin

Lê belê cihê şanazî û kêfxweşiyê ye ku piraniya Kurdên Bakurê Kurdistanê, êdî qîmeteke zêde didin Şêx Seîd û hevalên wî û weke nirxekî qedîm ê dîroka xwe dibînin. Loma jî hem çepgir, hem mihafezekar û lîberalên kurdan bi peyam û daxuyaniyên xwe bi yekdengî xwedî li Şêx Seîd derketin û ew nêrîna nijadperestiya tirk şermezar kirin.

Statuya Başûrê Kurdistanê bi xêra Serhildana Şêx Seîd e…

Gelo Kurd çiqas Şêx Seîd û bandora wî ya ser zindîkirina hestên netewî yên kurd dinasin?

Ev cihê pirsê ye. Belê îdeolojiya fermî ya tirk Şêx Seîd û bandora wî ya li ser bizava Kurd pir baş dinase. Lê Kurd çiqasî hay ji vê hene? A rast kurd Şêx Seîd bi qasî tirkan bi şêweyekî rast û dirûst nas nakin.

Belê bi şikesta serhildana Şêx Seîd re, ji aliyê moral û derûnî ve bi taybet li Bakurê Kurdistanê têkçûnek çêbû, lê bandora xwe herî zêde li Başûrê Kurdistanê kir ku Tirkiye ji bo rê nede berfirehbûna serhildanên kurdan ji wîlayeta Mûsilê vekişiya. Ne ji serhildana Şêx Seîd bûya statuya niha ya Herêma Kurdistanê jî dibû xeyal, ji ber ku ew herêm giş di bin kontrola Tirkiyê de diman. Lê Komara Tirkiyê ji ber konjonktura wê demê û tirsa parastina komarê, neçar bûye wê herêmê bihêle.

Yên rastiya Başûrê Kurdistanê baş nizanin nikarin bigihîjin vê qenaetê. Di dema îroyîn de, ji Kerkûkê bigre heta Hewlêrê ji wir jî heta Mûsilê şerîdeke Tirkmenî heye ku bi kêmanî 500 hezar Tirkmen li xwe digre. Heger Tirk li wîlayeta Mûsil û Başûrê Kurdistanê mabûna, bi kêmanî dibûn du yan jî sê milyon kes ku hejmara kurdan jî pir kêmtir dibû. Hajê piraniya kurdan ji vê rastiyê tune ye.

Tirkiye li Mûsilê bimana dibû wek Îrana niha ya Rojhilata Navîn

Heger Tirkiye li wir bimana petrola Kerkûk û Mûsilê jî diket bin kontrola wan û ew jî bi wê dewlemendî û dahatê re heman wekî Îranê dibûn aktorên sereke yên tevdana nakokiyên li Rojhilat Navîn. 

Wekî encam em dikarin bibêjin ku rast e serhildana Şêx Seîd li Bakurê Kurdistanê şikestek bi xwe re anî, lê li Başûrê Kurdistanê jî piştî dehan salan bû sedema serketin û pêşketineke pir mezin. Ev jî bi tena xwe nayê maneya ku Başûrê Kurdistanê rola xwe nelîstiye. Konjonktura wê demê bû sedema vê. Herwiha serhildana Şêx Seîd hişt ku hesta azadîxwaz a netewî jî zindî bibe û bandorê li beşên din ên Kurdistanê bike.

Rewşenbîr û kesayetên çûn Binxetê li Rojavayê Kurdistanê hesta kurdîniyê zindî kirin

Dîsa li Rojavayê Kurdistanê jî bandora serhildana Şêx Seîd çêbû ku gelek rewşenbîr û kesayetên kurd ên bakur neçar man derbasî binxetê bibin. Vê jî hişt ku doz û hesta netewî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê were zindîkirin. Yên qedera doza Kurd a Rojavayê Kurdistanê tayîn kirin, kesên wekî Dr. Nuredîn Zaza, Dr. Nuri Dersimî, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Malbata Bedirxaniyan, Malbata Haco û serkirdeyên Xoybun hemû bakurî bûn û hiştin siyaset û hesta kurdîniyê li wir zindî bimîne.

Em îro li Rojavayê Kurdistanê fêkiyên wan dixwin. Ew jî bi saya serê wan rewşenbîr û kesayetên Kurd ên piştî serhildana Şêx Seîd çûne binxetê ye.

Mihafezekarên Kurd çima bi qasî alimên Ereb qîmetê nadin Şêx Seîd?

Li beramber hewlên piçûkxistin û heqaretên têne kirin, divê bi taybetî Kurd bi hûrî serhildana Şêx Seîd û hevalên wî binirxînin û rastiyên veşarî jî bibînin.

Wek gotina dawî em dikarin bibêjin; çepgirên kurd demekê rexneyên ne di cî de, li serhildana Şêx Seîd û hevalên wî girtin, lê em dibînin heta niha jî oldarên me qîmeta ku didin alim û kesayetên ereb nadin Şêx Seîd.