
Di 2014-yê de dema Daîş kirin belaya serê başûrê Kurdistanê ji sê sedeman bû:
1- Kurdistan ji aliyê aborî ve gelek bi pêş diket, binemayê sermayegûzariyê gelek xurt dibû. Erbil ji paytextên derdora xwe bi lez aramtir û dewlementir dibû.
2- Firehdînî, firehmezhebî, firehbawerî, firehnêrîna sîyasî û kulturî digel her rengên jiyanê modeleka gelek şayesteyî ji welatên derdora xwe baştir dida pêş.
3- Di bergehê Kurdistanê de cih ji dijberîya Emerîka, welatên Rojavahî û Îsraîlê re tune bû, tam berevajî vê berê Kurdistanê li “modêla” van welatan” ya demokratîk bû.
Ev hersê hokarên sereke bûn sedem ko Îranê pêşîyê bi destê Malikîyê Bexdayê budçeya Kurdistanê birî, paşê jî Daiş kirin belaya serê Kurdistanê… bûyerên dî yên di vê mîhwerê de heya niha jî vedikêşin û berdewam in…
Lê mala Xwedê ava Kurdistanê dest ji modela xwe ya toleransa hevrejiyana dînî û kulturî bernade. Niha jî di Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê de nûnerên hemû dîn û mezheban hene, 4 zimanên cuda li Kurdistanê fermî ne. Her core partiyên Îslamî jî li Kurdistanê hene. Bergeh û vîzyona Kurdistanê jî her modela welat û hevpeymanên demokratîk e.
Xêrnexwezên kurdan hêj jî ji vê modela Kurdistanê aciz in. Lewma hîç naxwazin ev “model” karîgeriyê li parçeyên dî yên Kurdistanê bike.
Niha careke dî xêrnexwazên miletê kurd dixwazin “modelek ya hizbiyan” li bakur xurt bikin. Ev modeleke tundrew e, li dijî hemû norm û hêjayiyên demokratîk e. Bi dijayetiya Emerîka, ya welatên Rojava û Îsraîlê derdikeve pêş. Çi Îran be, çi Tirkiye an jî her çi xêrnexwazeke dî ya kurdan be, dê bixwazin vê modelê di nav kurdan de xurt bikin, bidin pêş da ko doza miletê kurd ji çavê dinê bêxin xwar, bikin wekî modelê Talîban, Hamasê; ger bikarin bikin Daişeka dî, bikin kêşeyeke ya terorê û cîhadîstan.
Miletê kurd ji beriya hezar salan jî ji herkesê Misilmantir bû, niha jî ti derdek yê kurdan yê ji dest dînê xwe berdin an jî dijayetiya Îslamê bikin tune ye, car dî jî ji aliyê îtikada Îslamê ve ji herkesê Misilmantir in.
Heta ger hindek partiyên kurdan bêyî ko destkêşiya dijminê kurdan bikin, bi rêyên medenî dikarin bêjin Şerîat modela herî baş ya jiyanê ye û bo vê bixebitin jî. Lê nêrîn û bergehê Şerîatê nekin rê û awayek yê kîn, dijminahî û nefreta li himberî “yên dîtir!”
Niha hindek diyarde derdikevin pêş ko careke dî dixwazin, bi rêya “hizbiyan” kêşeyeke dî bo komelgeya kurd çêkin, modelekî wekî ya Hamasê, Talîban û Daîşê bikin belaya serê kurdan. Lewma divê di serî de dîndarên kurd îtîbarê bi vê modelê nekin, ev model ne modeleka îtikada Îslamê ya miletê kurd û Kurdistanê ye. Ev modeleke dereke ye dixwazin bikin belaya serê miletê û Kurdistanê…
Mihemed Sanri (Nivîskar-Rojnamevan)