image
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Niviskar
image
Kuxik ne nexweşî ye, refleksa parastin û paqijkirina  rêçikên bêhnê ji mîkrob û madeyên biyanî ye (dendik, fisteq, toz, partikulên biyanî ).

Semptom û nîşana gelek nexweşîyan e, çi yê sîstêma nefesê çi derveyî dezgeha bêhnê.

Kuxik bersiva gelek bûyerên tên serê sîstema behnê, rêçikên bêhnê yên jorîn û jêrîn ên weke; hestiyarîya dîwarên rêçikên bêhnê ‘irritation’, zêdebûna lîçik û ava wê ‘secretion’ gava îltîhab û kul be.

Kulbûna ji alerjî, vîrus û bakterîyan çêdibe, mîna enfeksiyona rêçikên bêhnê yê jor û jêr û belxem wan dixitimîne.

Kuxik wan luleyan paqij dike û davêje derveyî lulikên bêhnê û her tim vekirî dimîne da ku bêhnstandinê hesanî bike.

Kuxik bandora xwe li ser quality a jiyana zarokan pir dike.

Kuxik yek ji wan nîşan û semptoman e ku herî zêde nexweş serlêdana polîklînîkan dikin.

Heger Kuxik zêdeyî mehekê dom bike divê nojdar li ser qotik (pertusis), xenoq (cruope), bêhntengîn (asthma bronchiale), hesasiyet alerjî, Reflux (gastroesophageal reflux ) û ketina madeyên biyanî di dezgeha nefesê de (Hilfirandina partîkula di rêçikên bêhnê yên jorîn yan jêrîn) lêkolîn bike.

Cûreyên Kuxikê:

Li gor domdarî û taybetmendiya xwe têne veqetandin.

Heger <2 hefte be, weke kuxika tund tê naskirin (acute)

Heger > 3 hefte be, kuxika kal (chronic)

Li gor demê rojên şev yan sibeh

Li gor sezonan ya bihar, havîn, çile û payîzê.

Li gor taybetmendîya kuxikê

Ziwa, şil (belxem), xenoq, psikojenîk, qotik.

1- Kuxika Ziwa: Bê belxem e: Bi taybeti bi hestiyarîya dîwarê rêçikên bêhnê ve girêdayî ye.

Gava zarok bi seqemê dikeve enfeksiyona rêçikên bêhnê ya jorîn, Sinusit, kulbûna poz û hiloqan, têlên dengê (larengit), toz û hesasîyet (allergy) jî çêdike (asthma bronchiale). Îrîtasyon ‘gastroesophageal reflux, derman.

2- Kuxika Belxem: Di enfeksiyona pişikê de tê diyarkirin (pneumonia).

Di rêçikên bêhnê de av, mucus dicive; kuxika şil weke bersiva vê bûyerê dest pê dike.

A) Gava zarok piçûk be, kîlo kêm be pêwîste nexweşîya mucovicidosis bê bîra me.

B) Agir bilind be, pêwîste tuberculosis yan pneumonia bê lêkolînkirin.

C) 1-2 meh dirêj bike lazim e bronchiectasis bê bîra me.

3- Qotik (Kuxika Awa) Croup: Borîyên bêhnê û têlên deng îltîhap digre, qalind dibe bi taybetî di navbera 6 meh-36 mehan de.

Sedema wê parainfluenza, rhinovirus, RSV û Covid 19 ye.

Deng winda dibe, mîna fetisandinê, kuxik weke dengê aut autê derdikeve. Carna bêhnçikandin û agir jî çêdibe.

4- Xenoq (bordetella pertussis): Kuxika Dîka. Sedema wê bakterî ye, kuxik ser hev dirêj dike ta ku bê nefes dimîne û weke dengê xeniqandinê dertê ortê.

Weke sermê destpêk dibe 1-2 hefte, xenoq diyar dibe. Heraret çêdibe û poz tê girtin. Kuxik weke krîzê tê 2-3 mehan dudirêj dike.

Parastina wê jî di rîya berpunê de ye (vaccine).

5- Kuxika Psîkojenîk (psychological cough): Piştî grîpê tê diyarkirin. Ziwa ye û xwe dubare dike (felca demkî ya - cord vocal palsy -) û zûbizû derbas nabe. Bi rojê tenê heye, êvaran tiştek tune. Heger êvaran jî hebe allergy tê hişê me.

6- Kuxika Şevê: Kuxik bi taybetî gava nexweş dirêjkirî be girantir dibe (gastroesophageal reflux) asthma û seqem.

Sedemên Kuxikê

Ya herî hêsan weke serma heta herî ya giran weke asthma bronchiale.

Grîp ,enfeksiyona hiloqan,dûmana cixarê, bandora aliyê derman, enfeksiyona guhan, enfeksiyona pişik, GER, nexweşîyên dil, madeyên bîyanî, allergy.

Pêwîst e kengî serdana Nojdar bikî?

a) Heger kuxik > 3 hefteyan dudirêj bike.

b) Heger bandora xwe li ser çalakîyên jiyanê yên rojane bike.

c) Heger di belxemê de xwîn bê dîtin.

d) Temenê zarok <3 mehî be.

e) Bi kuxikê re verşandin hebe ‘temenê wî/ê<1 sal be.

f) Kuxik bi awayê xenoq be.

g) Reş û şîn bibe.

h) Agir bilind be.

i) Bêhna xwe xurt bide û bistîne.

J) Kêmî 40 rojî be.

K) cruop

l) xenoq

Çareseriya Kuxikê çi ye?

Şerbeta kuxikê nedin zarokên xwe!

Weke ku em zanin sedemên kuxikê pir in. Erka me rakirina sedemên kuxikê ji holê ye.

Seqem û grîp, enfeksiyona hiloqan, dûmana cixarê, bandora ji aliyê dermanan, enfeksiyona guhan, enfeksiyona pişik, gastroesophageal reflux, nexweşîyên dil, madeyên bîyanî, allergy, nexweşîyên psikokjî, civandina avê di pişikê de û hwd…

Wê gavê divê em van sedeman ji holê rakin da ku ji ber xwe ve kuxik rabe!

Kuxika ji ber seqemê bê dermanê wê cidaye  yan ku jiber Xenoqê be cidaye.

Gava kuxik ji ber dûmana cixarê be, yan toz û bêhna çîçekan an alerjiya bêhn û xwarinê be; divê zarok ji wan tiştên alerjî dûr bikeve bi taybetî dûrî devera cixare lê tên kişandin. Heger psikolojîk be alîkarî divê bistîne. Heger ji pirsgrêkên dil be divê dil derman bibe. Yan ji aşikê xwarinê be (mîde) gastroesophageal reflux be, dermankirina wê pêwîst e. Heger croup be (laryngotracheobronchitis ) be bixara sar û pêwîst be kortizon. 

Îltîhaba pişikê be antibiotic, xenoq bordotella pertussis be ew jî pêwîst e antibiotic û terapîya piştgirî weke oksijen, vekirina rêçikên bêhnê weke dilopên poz, paqijkirin (aspiration), dermanê bixarê yê ku wan rêçikan fireh dike (bronchodilator), dermanê mukusa ku rêçikên bêhnê dixitimîne, dihilînê û davêjê derve (mucolytic) yan bronkoscopy, laryngoscopy gava madeyên biyanî di wan rêçikan de be.

Yanî divê koka sedemên kuxikê rabe.

1) 1/sf dilop ji bo poz ta ku her dem vekirî be.

2) Divê pir ava şîrgermî vexwe.

3) Hingiv pir fêde ye (kevçîk hingiv, şîr, zencefil, darçîn, qerenfil. 

4) Germbûna hûndir dora 22 derece be.

5) Şilbûna (ritûbet) odê ji sedî 40-55 be.

6) Dûmana cixarê pir xeter e.

7) Sedemên kuxikê gelo îltihab e, vîrus e, bakterî ye, alerjî ye, kumuk e, cismê biyanî ye pêwîst e bê dermankirin.

8) Vekirina bêhnê (salbutamo)

9) corticosteroids Wek buharê 

10) bronko scopy’laryngo scopy