image
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Niviskar
image
Ji derveyî sîstema navendî ya rehikan (nervan) di encama taya tê girtin de, nore çêdibin. Ev bi "lerizandina tayî" tê naskirin.

Di temenê navbera 6 heyvan û heta 6 salî de jî tê dîtin. Di civaka me de ji %2 heta %5 ji zarokên saxlem heta temenê 5 saliya xwe bi noreyek an jî ji yekê zêdetir, bi lerizandina tayê dikevin.

Ev di rewşên asayî de kêmî xulekekê (minute) berdewam dike. Herwiha ev nabe sedema xirabûna mêjî û bandorê li hişmendî û jîrbûna zarokan nake. Hebûna noreya tayê nayê wateya ku zarok bi edirê (epilepsy) ketiye.

Cûreyên Lerizandina Tayî

1- Noreya hesanî (Simple Febrile Seizures): Ev cûre ya herî gelemperî ye ji û çend çirkan (seconds)  heta bi 15 xulekan dom dike. Ev di nava 24 saetan de dubare nabin. (lerizandin) di hemûyê laş de heye, ne tenê di qismekî bedenê de ye. 

2- Noreyên Têkilhev ên Tayî (complex febrile seizures): Ev cûre ji 15 xulekan dirêjtir didome û di nava 24 saetan de ji carekê zêdetir dibe ku xuya bike. Û herwiha lerizîn li aliyekî laşê zarok e (Pratial). Pirê caran di nava 24 saetan de piştî destpêkirina tayê xwe dide der û ev nîşaneyên yekemîn ên nexweşiya zarokan e.

Mirov kengî pêwîstiyê dibîne ku serî li doktor bide?

Heke ku lerizandin ji 5  pênc xulekan dirêjtir bidome, an jî  bi lerizandinê re:

*Vereşîn

*Gerdena(skûra) hişk

*Pirsgirêkên danûstendina nefesê (henasedanê)

*Xewna zêde hebe!

Wexta ku zarok cara yekemîn lerizî û her çiqasî ew tenê çend çirkan bidome jî pêwîstî pê heye ku berî bi kêlîkê û bi lezgînî têkilî bi bijîjkê zarokan re bê danîn.

Gazî ambulansê bikin, ji bo ku zaroka we bibin Serwîsa Lezgîn (Emergency Services) ku bergirî û lêkolîn ser sedema lerizandina tayî bê kirin!

Sedem:

1- Bi gelemperî ji ber enfeksiyonek vîral e. Û kêm caran ji ber  enfeksiyonek bakteriyel pêk tê. Vîrûsa şewbê (zekemê înfluenza) û vîrûsa ku dibe sedema roseolayê (vîrûsa herpes a mirovan) xuya dike ku pir caran bi lerizandina tayî re têkildar e.

2- Piştî Derziyên Parza (vaksînan, aşiyan)

Dibe ku piştî hinek derzîlêdanên zaroktiyê metirsiya çêbûna  lerizandina tayî (febrile convulsion ) zêde bibe. Di nav van de derziya dîfterî, tetanus û pertussis û derziya sorik-parotit-rûbella jî hene.

Faktorên Rîske:

Faktorên ku metirsiya lerizandina tayî zêde dikin ev in:

Temenê zarok. Piranîya lerizandina tayî di zarokên 6 mehî û heta 5 salî de çêdibin.

Xetereya herî mezin jî di navbera 12 û 18 mehan de ye.

Dîroka malbatê. Heke di hinek malbatên zarokan de, mêyla tayê hebe (genetîk) dibe ku ev bibe sedema lerizandina tayî (febril convulsions). Digel vê yekê, lêkolîner dibêjin ku gelek têkiliyên genetîk bi lerizandina tayî re hene.

Tişta yekem û ya herî girîng a ku divê dê û bav di lerizandina tayî de ji bîr nekin ew e ku ev êş piştî çend xulekan bi xwe derbas dibe.

Di vê navberê de divê ev midaxele li zaroka lerizandina tayî bê kirin: Pêşî, ew di nav destmalek an çarşefek şil de bê pêçandin. Heke ta (tagirtin) bi vê rêbazê kêm nebe, ew di germahiya odeyê de di serşokê de tê danîn.

Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşiyên Zarokan)