image
Abdulhalim Velioglu Niviskar
image

Gelo sûcê wî reşikî çi bû ku di nav daristaneke mij û tarî de, bêyî bê dadgehkirin bi dardekirinê hatibû cezakirin?


Malcolm X dibêje: “Nijadperestî ne hizreke îdeolojîk e, lê belê nexweşîyeke derûnî ye.” Li ser vê gotina xweş hûr hûr fikirîm û min xwest têbigihim.

Ger nijadpetestî nexweşîyeke derûnî be, naxwe min jî pêwîst zanî ku hinekî li ser beşên zanistê hûr bibim. Min dest bi lêkolînê kir û min hewl da sedemên ku mirovan dikişînin ber tundiya nijadî bibînin.

Bi encama ku derket holê zêde şaş nemam; lewra vê yekê hişt ku vê fermana Xwedayê Gewre çêtir fêm bikim.

Xwedayê me yê mezin di sûreya maîde Ayeta 91. de ferman dike: “…Bêguman şeytan dixwaze bi rêya vexwarina alkolê û qûmarê neyartî û nefretê bixe nav we û nehêle hûn Xweda yad bikin û nimêj bikin.”

Her çiqas ev yek wekî qedexeya vexwarina alkolê bo mezinan tenê bê fêmkirin jî di tefsîra vê ayetî kerîmeyê de gihîştibû van encaman.

“Di serdema Fetal de, derketibû holê ku vexwarina alkolê ‘korpus kallasum’ jî di nav de, xisarê dide gelek deverên mêjî. Tê zanîn ku pêwendiya helwest û tevgerên tundiyê, di lezyonên nav korpus kallosumê de heye.

Di xebatên Roebuck û hevalên wî yên kontrola bûyeran de, du kom hatine berawirdkirin ku yek ji koman ducaniyên zêde bandora alkolê li ser wan heye û ya din jî bandora alkolê li ser nîne ye.

Di dema ducanîbûnê de, zarokên zêde bandora alkolê li ser wan çêbûye di jêhatîbûnên xwe de kêmbûn, di tevger û hewlên neyartiyê de zêdebûn, di hestiyarbûna meyldana sûcan û têkçûna derûnî ya hiş de jî xerabûnên zêde li ser wan hatine çavdêrîkirin.’’

Ya rastî ev nexweşiya nijadperestiyê û tundiya girêdayî wê, neku dema kes bi serê xwe bin, dema ku li ser nijadperestiyê girseyî dibin doza xwe zêde dike ku ev jî ji aliyê civaknasan ve hatibû piştrastkirin.

Helbet çend sedemên vê tundiyê hebûn; lê ji bo vê qunciknivîsê min yek ji wan sedeman guncaw dît û li ser sedem û derencama civakî ya vê nexweşiyê min hinek fîlm temaşe kirin.

Fîlmên ku min temaşe kirin ji hevûdin bi bandortir bûn; di nav wan de fîlmê “Gotûbêjvanên Bêhempa” gelekî bala min kişandibû. 

Fîlm ezmûna duyem a derhêneriya Denzel Washington bû. Tevî vê jî bi lîstikvaniya xwe ya bêhempa tehmeke din dabû fîlm.

Fîlm li ser her cûre zilm, îşkence û mameleya dijmirovî ya Amerîkiyên spî ya li hember reşikan e; lê bi giştî ji bo qewm û netewên li ser rûyê erdê hatine perçiqandin, cudaxwazî li wan hatiye kirin, mafên wan hatine xespkirin û rûbirûyî kiryarên dijhiqûqî bûne, li bersiva pirsa, “Tundî yan bêîtaetiya sivîl hîn ehlaqîtir e?” digere.

Wekî piştevaniya gotina jor a Malcom-X, vê gotinê gelekî bandor li ser min kiribû.

’‘Min ti aferîdekî hov ê dilêşê xwe nedît.”

Di vê replîkê de, wekî dihat xwestin, li hember vê zihniyeta nexweş a tedawiyê red dike, ji bo yên rastî zilm, neheqî û bêhiqûqî lê kirine bi ‘hesta rehmê’ nêzîk nebe û bikeve nav lêgerîna mafan a bêyî ‘serlêdana tundiyê’.

Melvin B. Tolson ê ku li Wiley College profesor bû, ev erk dabû ser milê xwe û dîsa jî wekî gotina Malcom-X ya ‘Ne ji reşikên nav me bûya, em reşik azad dibûn’, ji aliyên kesên wekî wî rastî nijadperestiyê hatibûn ve hatibû rexnekirin.

Dîsa jî bavê endamê herî biçûk ê tîma gotûbêjan, rexne li Tolson girtibû û ew bi sosyalîstîyê û hwd. tohmetbar kiribû.

Tolson wek xîtaba bo bavê James Farmer, ‘Reşikekî birçî yê mirîşk dizîbe dikeve hepsê, reşikê karsazê dewlemend ê malên gumrikê radike (didize) jî diçe kongreyê. Ger dijderketina vê min dike tundrew (radîkal), sosyalîst û komînîst ez wisa me. Ger wisa be, Îsa jî tundrew bû..’ gotibû û di encamê de ew hinekî nerm kiribû û James jî tevlî tîmê bûbû.

Tîma gotûbêjan dest bi gotûbêjan kiribû û hemû zanîngehên hatibûn hemberî wan têk dabûn û bala her kesî kişandibûn ser xwe.  Li ser vê jî ji cihekî ku qet hêvî nedikirin teklîf ji wan re hatibû; lê vê carê hevrikê wan (reqîb) gelekî bi hêz bû ango Zanîngeha Harvardê bû.

Mijar, “Di şerê edaletê de, bêîtaetiya sivîl çekeke etîk e.” Wan dê ev argumanên erênî bikar bianiya. Di rewşeke ku ji serî heta binî Zanîngeha Harvardê li pêş bû de, di beşa fînalê de axaftina James Farmer li eywana pêşbirkê bi çepikên xurt hatibû pêşwazîkirin û di encamê de tîma wan bû yekemîn.

 “Li Teksasê reşikan lînç dikin. Min û hevalê xwe, me li kesekî reşik ê ji stûyê wî ve hatibû dardekirin û şewitandin dît. Dema otomobîla me di nav wê qelebalixiya çeteyan de derbas bû, ji bo rûyên me neyê dîtîn, me rûyê xwe dibin qûmaşê qoltixan de veşart. Min li hevalên tîma xwe nihêrt, min tirsa di çavên wan de û ya herî xirab jî şermek dît.

Gelo sûcê wî reşikî çi bû ku di nav daristaneke mij û tarî de, bêyî bê dadgehkirin bi dardekirinê hatibû cezakirin? Gelo ew qatilek bû? Yan jî tenê kesekî reşik bû? Gelo çavê zarokên wî li riya wî bû? Û em ew kesên bêyî tiştekî bikin di nav otomobîlê de xwe veşartibûn, çi kes bûn? Wî kesê reşik kiribe bila kiribe, yên sûcdar ew çeteya qelebalix bûn. Lê qanûnê ti tiştek nekir. Em di nav peroşeke şaşmayî de mabûn. Çima?

Reqîbê min dibêje ku; ‘her tiştekî ku serweriya qanûnan xirab bike, ne etîk e.’ Lê belê li Başûrê dijminê reşikan; ji xwe ti serweriyeke reşikên ji maleke tê de bihewin mehrûm hatine hiştin,  ji dibistan û nexweşxaneyan hatine qewirandin û heta hatine lînçkirin, tune ye. Wekî ku Ezîz Augustine gotiye, ‘Qanûna ku edaletê dabeş neke, ne qanûn e.’ Ev tê wê wateyê ku ji bo min bikaranîna tundiyê yan jî berxwedana bêîtaetiya sivîl mafên min e û heta berpirsiyariya ser milê min e. Ji bo ku min ya duyem hilbijartiye divê hûn ji Xweda re şikir bikin.” digot û fîlm bidawî dibû.

Tolson raveya berawirdkirina koletiyê wiha dikir: “Heger ji hêla bedenê ve hêzdar; lê ji hêla hişî (zihnî) ve hûn lawaz têne hiştin, muhtemele ku we dikin kole.”