image

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê 10 kesên k udi wexta girtina rojê de bê berçavk li rojê nihêrtin, bi sedema kêmdîtina çav çûn nexweşxanê. Kêmdîtina wan 2 siet bişûnede destpêkir. Giliyên ew e ku 2 siet piştî nêrîna li rojê bi çavê çiplax, çavên wan xumam dibine. Li ser mijarê Dr. Dr. Yusuf Evcimen ragihandiye ku:

“Di dema girtina rojê de mixabin tiştnên nexweş qewimîn. 2 roje 10 kes bi sedema kêmdîtine hatin nexweşxanê û di nav wan de zarok jî hene. Bê berçavk li rojê nêrîne. Di muayena wan de me dît ku di dîtinê de kêmasî heye, nikarin hezra xwe bidin yek noqteyekî, dîtina wan bi pêle û xumam dibînin. Em dibînin di çavên wan de xesar çêbûye. Ti kes bila ji 10 saniya zêdetir bê berçavk li rojê nerêne ji ber tîrêjên ûltraviyole yên rojê zerarê didin çav. Eeger binêrin jî, bila berçavk bidin ber çavên xwe.”