image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku dê 500 mîlyon doz aşiya Pfizer/BioNTech ê bikirin û bidin 100 welatên dahata wan kêm û orte. Biden li Brîtanyayê berya tevlî civîna G7 an bû, bi serokwezîrê Brîtanyayê bi Boris Johnson re hevdîtinnekî kir û behsa girîngiya têkiliyên dualî kir. Biden got ku Amerîka bi sedema Kovid-19 ê 600 hezar qurbanî dane û got:

“Em trajediye dizanin û di heman wextê de em zanin baş jî bibin. Li Amerîkayê %64 gihaştiyên me heya niha 1 doz aşi bûne. Pandemî kêm bûye û aborî her diçe baştir dibe. Hey ali deverên din yên dinyayê pandemî hebe em xwe di ewlehiyê de nabînin.

Wê Amerîka 500 mîlyon aşiya Pfizer-Biontechê bikire û bide 100 welatên dahata wan kêm û orte. Wê di meha tebaxê de dest bi şandinakargoya wan bikin û heya dawiya salê dê 200 mîlyon doz bê belavkirin. 300 mîlyon dozên din dê heya nîvê sala 2022 an bê belavkirin.”