image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku parçeyekî mezin ê qeşeya Antartîkayê ku hezar û 550 kîlometre çargoşe ye şikestiye û ketiye nava deryayê.

Parçeyê qeşema ku şikestiye û qut bûye 15 caran ji erda paytexta Fransa Parîsê mezintir e.

Saziya lêkolîna Polar a Brîtanî Brîtanîz Antarktîk Survey (BAS) ragihand, qutbûna qeşemê 22yê mehê rû daye.

Hatiye diyarkirin ku şikestina qexemê piştî pêkeke bihêz ya bi navê Chasm-1 pêk hatiye û ti têkiliya wê bi guherîna avhewayê re nîne.

Du sal berê, li heman herêmê qeşayek hema hema bi heman mezinahî çêbûbû.

Zanyar vê şikestinê bi germahiyên rekor ên avhewaya dinyayê ve girê nadin.

Bernameya guherîna avhewayê ya Ewropî Copernicus daye xuyakirin ku di Sibata 2022yan de mezinahiya cemedê li asta cîhanê gihîştiye asta herî kêm a 44 salên dawî ku ew çavdêriya wê dikin.

Tê diyarkirin ku qeşema ku sa 2017an ji qetiyabû, di sala 2021an de 4000 kîlometran ber bi bakur ve bi temamî heliya ye û ev jî bûye sedem ku zêdetirî 150 milyar ton ava şirîn a dewlemend biherik nav deryayê.