image

PeyamaKurd – Piştî peydebûna cûreya nû ya Covid-19 ya bi navê Omicron di serî dê welatên ewropî gelek welat ketine amadebaşiyê û dest bi wergirtina tedbîrên nû kirine.

Cûreya Omicron a koronayê ku li Başûrê Afrîka hatiye tespîtkirin, li welatên ewropî jî hatiye dîtin û li ser vê Îsraîl kete tevgerê deriyên xwe girtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett piştî civîna kabîneyê ragihand ku ji bilî îstisnayan hatina hemû biyaniyan ji bo Îsraîlê hatiye qedexekirin.

Herwiha Îsraîliyên derzîkirî yên ji derve bên jî wê testa PCR çêbikin û di karantîneyê de bimînin heta encama testa wan diyar bibe.

Cûreya Omicron a koronayê wekî varyanta super jî tê binavkirin û li welatên Afrîkaya Başûr û Botsvanayê li ser 9 kesan hatiye dîtin ku 32 mutasyonên wê hene.

Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dibe ku derziyên koronayê li wê cûreyê bandorê nakin û ev jî bûye cihê metirsiyê li seranser cîhanê.