image

PeyamaKurd – Li Almanyayê roja Çarşemê 1 milyon û 100 hezar kes di rojekê bi derzîya vîrusa koronayê hatin derzîkirin ku li seranserê Ewropa û cîhanê rekorek e.

Wezîrê Tenduristiya Alman Jens Spahn, ragihand ku 730 hezar derzî ji aliyê pizîşkên pratisyen, 360 hezar doz jî ji aliyê karmendên navendên tenduristiyê hatiye lêdan.

Spahn diyar kir ku ew hejmar nîşaneya lezbûna wan e, lê dîsa hîn negihîştina asta xweparastina girseyî ya ji vîrusê.

Almanyayê bi derzîkirina rojekê ji 1%ê zêdetir nifûsa xwe derzî kir ku heta niha doza yekê li 25.9%ê temen mezinan û ya diduyan jî li 7.5%ê  wan hatiye lêdan.