image

PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê ji ber ta ya Dangê heya niha 340 kes mirin. Di 8 rojên dawiyê de 87 kes mirine û kesên bi nexweşînê ketine jimara wan gihaye 72.225 kesan.

Ji ber nexweşîna tayê ya Dangê li payîtext Daqayê 37.722 kes û li bajarên din 34.503 kes seredana nexweşxanan kirine. Niha 9 hezar kes li nexweşxanan derman dibin û kesên tedwaiya wan qediyaye ji 62 hezarî derbas bûn. Li gelek nexweşxanan nexweş li korîdorên nexwexanê radizên.

Vîrusa nexweşîna tayê di rêya kermêşan de an ku pêşiyan de digihên xelkê.