image

PeyamaKurd – Li welatê Fransayê jimara kesên di nav 24 sietan de bi Kovid-19 ê ketine gihaye 206.554 an. Di nav 24 sietan de 75 kes ji ber Kovid-19 ê jiyana xwe ji dest dan.

Li Fransayê hinek şaredarî bi sedema zêdebûna nexweşînê danîna maskeyan mecbîrî kirin. Li ser mijarê şaredara bajarê Nice Christian Estrosi ragihand ku di alavên gihandinê yên civakî de, weka otobusan kesên di wan de rêwîtiyan dikin, wê maske deynin ber devê xwe da car din pandemî zêde nebe. Estrosî got ku wezareta tenduristiyê ya Fransayê tenê şîreta danîna maskeyan kiriye lê eger rewş weha dewam bike, wê di rojên pêşiya me de wê car din bibe mecbûrî.

Li Fransayê di hefteya dawiyê de rojane li dora 120 hezar kes bi pandemiyê dikevin.