image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê li ser hejmarek golikên nava wan diçû testa vîrusa koronayê hatiye kirin û derketiye holê ku bi vîrusa koronayê ketine.

Pizîşkê ajalan Tolgahan Ediz, ji medyayê re ragihandiye ku îsal gelek golikên nava wan diçû bo klînîka wan anîne û wan bi gumana vîrusa koronayê test li ser wan kiriye ku derketiye holê ew sewal bi vîrusa koronayê ketine.

Herwiha Edîz diyar kiriye ku xwediyên wan sewalan ji tirsa ku vîrus li wan jî belav bibe dewarên xwe hiştine û çûne, lê pêwîst nake bitirsin ji ber ku ji korona ji ajalan derbasî mirovan nabe.

Veterîner Tolgahan Edîz, daye zanîn ku îsa gelek haletên vîrusa korona ya sewalan hatine û diyar kiriye, vîrus li ser hemû ajalan jî dibe sedema mirinan.