image

PeyamaKurd – Serokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) Dr. Ciwan Mistefa li Qamişlo di civîneke rojnamevanî de ragihand, nexweşiya kolerayê li herêmên wan zêde bûye û tenê ji destpêma meha Îlonê ve 15 kes bi kolereyê mirine.

Ciwan Mistefa bal kişand ser kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê û qutkirina avê ji ser Hesekê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve tê qutkirin, hişyariya karesateke mirovî da.

Mistefa got: “Demek berê li hin herêman nexweşiya Laşmanya belav bû, ew yek ji ber kêmbûna rêjeya avê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku encama girtina ava çemê Firatê ye. Niha jî nexweşiya Kolerayê belav bûye.”

Ciwan Mistefa da xuyakirin: “Di 5-6`ê meha borî de yekemîn rewşa Kolerayê li gundewarê rojavayê Dêrazorê hat tespîtkirin. Piştre ev nexweşî li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, bi taybet li gundewarê rojavayê Dêrazorê û Reqayê. Niha jî li bajarên Tebqa, Hesekê belav dibe. Li gorî daneyên dawîn ên beriya çend kêliyan ji me re hatine, hin nexweşên Kolerayê li Hesekê hatine tespîtkirin.”

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku ji 5ê Îlonê ve 2867 rewşên bi guman ên Kolerayê hatine dîtin û 16 kes jî bi kolereyê mirine û got, piraniya nexweşên can dane xwe zû negihandine navendên tenduristiyê loma rewşa wan giran bûye.