image

PeyamaKurd - Yekîtiya Doktorên Tirkiyê (TTB) eşkere kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di serdema nexweşiya koronayê de pirsgirêkên sektora tenduristiyê her diçe zêde dibin û nêzîkî 8 hezar doktor hewl didin derbasî Ewropayê bibin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Doktoran a Îzmirê û endamê TTBê Prof. Dr. Suleyman Kaynak ragihand, “Em van amaran di hesabên medya civakî ya doktoran de dibînin. Hevalên me yên doktor ketine nav lêgerîna çûna Ewropayê. Piraniya hevalên me yên ku em ligel wan diaxivin jî heman tiştî difikirin. Divê bi awayekî lez û bez xebatek ji bo rêgirtina li vê yekê bê kirin.”

Kaynak diyar kiriye, divê tundûtûjîya li dijî karmendên tenduristiyê bê rawestandin, demjimêrên karkirinê bên kêmkirin û di warê aborî de mûçeyê doktoran bê zêdekirin, heger ev tişt neyên kirin ew nikarin vê koça doktoran ya ber bi Ewropayê ve rawestînin.

Li gorî amarên Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) tenê di 2020an de li sektora tendirustiyê nêzîkî 12 hezar bûyerên tundûtûjiyê çêbûne û serlêdanên karkirina li derve jî li Tirkiyê zêde bûne û zêdeyî 8 hezar doktoran dest ji kar berdane û mehane nêzîkî 80 doktor ji Tirkiyê ber bi welatên din ve koç dikin.