image

PeyamaKurd - Fonda Alîkariyê ya bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo tedawîkirina nexweşiyên zikçûn û kolerayê, alîkariyên bijîşkî radestî Herêma Kurdistanê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 13ê Îlonê ragihand, UNICEFê ji bo çareseriya nexweşiyên zikçûnê alîkariyên bijîşkî pêşkêşî Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Hat eşkerekirin ku ev cara yekem e ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) alîkariyên bijîşkî rasterast dişîne Wezareta Tendirustiya Kurdistanê.

Wezareta Tenduristiyê da zanîn, alîkariyên bijîşkî ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine wergirtin û wê bi ser hemû rêveberiyên tenduristiyê de werin belavkirin.