Video | Ey Reqîb bi amûra Skotlandî



PeyamaKurd - Wek tê zanîn heta niha Sirûda neteweyî ya kurdî ya "Ey Reqîb" bi gelek awa, cure û amûrên cuda hatiye jenandin lê belkî ev yekem car e ku bi amûreke skotlandî û ji aliyê şervanekî Brîtanî tê lêdan.

Herwiha Bikarhênerekî Twitterê bi navê B.H li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek parve kir û diyar kir ku "leşkerên brîtanî yên li Hewlêrê dimînin, bi şiroveyeke bicoş sirûda kurdî "Ey Reqîb" lê dixe."

Di wê vîdeoyê de leşkerek derdikeve ku bi amûra skotlendî ya bi navê "Bagpipes"ê lê dide.