Amerîka ket alarmê: Dibe sîliheka veşartî hebe



 

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê kontrola sîlihan ku bi ser wezareta karên derve yê Amerîkayê ye, Yleem Poblete, roja berê  peyamek da û di peyamê de got; “Peykekî Rûsyayê ya ku tevgerên ecêb nîşan dida, bû sedema ku Amerîka kete nava alarmê.”

Yleem Poblete, di 14 ê tebaxê de di konferanseka Îsweçê de axifî û weha got: “Em  baş nizanin ku ew cismê han çiye û ti rê tineye ku em mijarê piştrast bikin. Em nizanin ew nesne sîlihekiye an na lê di vê mijarê de endîşeyên me hene.”

Konferansa li Swêdê ya di derbarê bêsîlihbûyînê de bû û axaftina Poblete weha dewam kir:

“ Li ser vê peykê ku armanca Rûsyayê ne diyare, bûyereke ku me aciz dike. Rûsya sîlihên li hemberê peykan bipêşdixe û di vê mijarê de endîşeyên me hene.”

Rûsya mijarê derew derxist û got ku ew tenê gotinin. Ti eslekî jê re tine ye.