image

PeyamaKurd- Tîma futbolê ya Amedsporê, di pêşbirka ku îşev li Diyarbekirê bi Bursasporê re dikir de bi ser ket. Hat ragihandin ku Amedspor, bi encama 2-0, Bursasporê têk bir û 3 puanên lîstikê bi dest xistin.

Hat zanîn ku di xuleka 31an de yarîzanê tîma Amedsporê Mehmet Alaadinoglu gol avêtiye û bi encama 1-0 Amedsporê kiriye pêşiya Bursasporê.

Di nîveya yekem a lîstikê ku bi wê encamê bi dawî bû de di nîveya duyem de jî tîma Amedspor bi ser ket û di xuleka 50yî ya lîstikê de Mansur Çalar gola duyem havêt û tîma xwe bi ser xist.

Tîma Amedsporê ya ku di hefteya 6mîn a lîga 2yemîn a futbola Tirkiyeyê de Bursasporê kiribû mêvan, di sala 2016an de ji aliyê alîgirên Bursasporê piştî lîstikê rastî êrîşan hatibû. Ji ber vê yekê jî Stadyûma Diyarbekirê, bi girseyeke mezin hat dagirtin da ku piştgiriya Amedsporê bê kirin.