image

PeyamaKurd – Tîma Dalkurd di hefteya 11emîn a lîga Swêd de, bi tîma futbolê ya AFC Eskilstuna re hat beramberî hev.

Di yariya ku îro Yekşemê 26ê Hezîranê li sehaya Dalkurdê hat lîstin de, tîma Dalkurdê bi encama 3-2 tîma Eskilstuna têk bir û 3 pûan misoger kir.

Dalkurd bi vê encamê re gihîşt 11 pûanan û li lîgê de kete rêzbenda 12an. Tîma AFC Eskilstuna jî bi 18 pûanan di rêzbenda 5an de cî digire.