image

PeyamaKurd – Tîma di Premier Lîgê ya Îngîlîstanê de dilîze Newcastle United, bi bihayeke rekor, bi 352 mîlyon Sterlînî ji aliyê Konsorsiyûmeke ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye hat kirîn.

Newcastle United, di sala 1892yan de hatiye avakirin. Ew maçên xew li Stadaz St James Park ku cihê 52 hezar û 387 kesî tê de heye dilîze. Newcastle United di lîga mezin a Îngîlîstanê Premier Ligê de dilîze û teknîk dîrektorê wan Steve Bruce ye. Niha tîm ji aliyê Fona Razemenî ya Dewleta Erebistana Siûdî (PIF) hat kirîn û rêveberiya Premier Lîgê jî ev yek erê kir. PIFê sedî 80 hîseyên tîmê kirî. Bi vê firotinê Newcastle United bû klûba herî dewlemend a dinyayê. Mohammed bin Salman ku êdî xwediyê klûbê ew e, tê gtoin ku ji bo serdema fûtbolê ya sala pêşiya me wê 1.5 milyar Euro budçeyê veqetîne.

Ev nêzî du salan bû Selman dixwest tîmê bikire, niha ev daxwaza wî hate cih.

Herwiha ji tîmên îngilîz Manchester City jî di destê Ereban de ye û Selman dixwaze tîmeke reqîb ji bo MCyê çêbike.