image

PeyamaKurd – Futbolîzê efsaneyî yê Brazîlî Pele ku niha 80 salî ye, bi gumana hebûna tumorê di milê wî yê rastê de li nexweşxaneyê hatibû razandin.

Pele li ser medya civakî ragihand ku ew gelekî kêfxweş e ku vegeriyaye mala xwe û spasiya hemû hezkiriyên xwe yên xema wî kirine kir.

Hat ragihandin ku Pele piştî neştergeriyeke serkeftî li nexweşxaneya Sao Paulo ya Brazîlyayê rewşa wî ya tenduristî baş bûye û ji nexweşxanê derketiye.

Pele di dîrok futbola cîhanê de wek yek ji futbolîzê herî baş tê nîşandan. Pele heta niha yekem lîstikvanê futbolê ye ku 3 caran di wergirtina Kûpaya Cîhanê (1958, 1962, 1970) de cî girtiye.